Wa’il Hemada, Berevanîyê di ber mafên mirovan de dike
Di 9ê Berfanbarê de sala 2013an de, endamên girûpeke çekdar ew ji Dûmaya Gundewarê Şamê revandin.
Wa’il Hemada berevankarekî çalak e di warê mafên mirovan de. Di 9ê berfanbara 2013an de li gel hevjîna xwe Rezan Zeytûna û her du hevkar (Semîra Xelîl û Nazim Himadî) ji alîyê zilamine rûpêçayî hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.
Ew ji avahîya navenda belgekirina binpêkirinan û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk li Dûmaya Gundewarê Şamê, hatin revandin, ev dever jî girêdayî Xûtaya Rojhilatî ye ku di bin kontrola gelek hêzên girûpên çekdar de ye û ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye. Navenda belgekirina binpêkirinan navendeke nehikûmî û serbixwe ye, binpêkirinên ku hikûmeta Sûryeyî der heqê mafê mirovan de di warê şer de dike, belge dike. Û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk, alîkarîyên mirovî peyda dike, bi taybet ji bo navendên pizîşkî li devirine mîna Xûtaya Rojhilatî.
Çarenûsa wî û cihê wî nuha, ne diyar in.