Wagner li Sûrîyayê: Dadgeha Moskowê biryara doza kuştinê pesend dike û lêpirsînê asteng dike

 

 

 

Moskow, Parîs. Îro dadgeha bajarê Moskowê biryara dadgeha Basmanny li Moskowê pesend kir, ku bêçalaktiya Komîteya Lêpirsînê (IC) ya Federasyona Rûsyayê der barê kuştina hovane ya Mihemed El-Îsmaîl yê Sûrîyayî ji aliyê endamên kompaniya leşkerî ya taybet (PMC) Wagner (“koma Wagner”) li Sûriyê di sala 2017an de rewa dît. ICyê ev 10 meh bû ku tu agahî der barê çarenivîsa gilîkirina birayê qurbanî Abdullah El-Îsmaîl da nedabû.

 

Îşkence, kuştin, û paşê jî kirêtkirina laşê El-Îsmaîl bi vîdeoyê hat girtin û bi awayekî berfireh li ser înternetê belav bû. Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM), Navenda Mafên Mirovan a Memorial û Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) di amadekirina gilîyê de alîkar bûn. Van rêxistinan parêzer Ilya Novikov û Pyotr Zaikin ji bo nûnertiya El-Îsmail dan karkirin. Piraniya agahî û peytên ji alîyê rojnama Rûsî Novaya Gazete ve, ku lêkolîna xwe bi rê ve dibir, pêşkêşî parêzvanên mafên mirovan kir.

 

 

“Biryara dadgehê teqez neqanûnî ye, lê di warê stratejîya me de ew li gorî me ye. Me ji destpêkê ve texmîn dikir ku qanûn û pergala dadwerî ya Rûsyayê dê nikaribe an jî nexwazibe sûcên endamên Wagner nas bike. Ji bo vê yekê girîng bû bo me ku em karibin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin, ji bo ku em karibin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin, em hemû tedbîrên bi bandor li hundirê Rûsyayê biqedînin; ji vî alî ve tiştên ku dadgehên Rûsyayê ji me re dibêjin, ji bo me zêde ferq nake. Axaftina me li ser bingeha doza bi rayedarên Rûs re dê bi vî rengî biçe Strasboûrgê,” parêzer Ilya Novikov li ser biryara dadgeha Moskowê şîrove kir.

 

Parêzer Piotr Zaikin û Ilya Novikov ji Dadgeha Bajêr a Moskowê xwestibûn ku biryara Dadgeha Herêmî biguhere, bêçalaktiya Serokê Komîteya Lêkolînê ya Federasyona Rûsyayê Alexander Bastrykin wekî neqanûnî  bihesibîne û wî mecbûr bike ku binpêkirinên hatine kirin sererast bike.

 

Dadgeha yekem bi behaneyên lêpirsînê re, ku serokê beşa IC, A. Pakhtusov, di dijrabûnên  xwe yên li ser gilîkirina parêzeran de destnîşan kir, razî bû. Li gor nerîna wî, gilîkirina tawanan a destpêkê ya Ebdullah El-Îsmaîl agahîyên “kêmbûna zanyariyan der barê rewşên ku hêmanên tawanan destnîşan dikin” nagire, û ji ber vê yekê “ne mijara tomarkirinê [di qeyda tawanan de] ye û pêwîstî bi vekolîneke prosedurî ​​nîne.” Ew di wê baweriyê de ye ku rastîya mirina Mihemed El-Îsmaîl nehatiye piştrastkirin û nebelgekirî ye, herwiha guman dike ku “rastîya vîdyoyê” ligel giliya tawanan, ku tê de çend çekdarên bi cil û bergên leşkerî û bi rûsî diaxivin, îşkence dikin, û piştre yekî Sûrîyayî dikujin. Cenazeyê perçe dikin, dişewitînin û serê jêkirî nîşan didin.Di vîdeoyê de rûyê kujer û qurbaniyan bi zelalî xuya dike.

 

Nûnerê Komîteya Vekolînê herwiha bal kişand ser nebûna zanyarîyên pêwendîdar an jî daxwaza alîkarîya yasayî ji dezgehên şareza li Sûriyê, ku li gorî daxwazker, tawan li wê derê bûye, û behaneyên serlêder li ser beşdarbûna welatîyên Rûsî di bûyeran de. kuştin di xwezaya xwe de “biguman” e.

 

Li gorî parêzeran, divê Dadgeha Herêmî behaneyên ku di dijrabûnên Pakhtusov de hatine pêşkêş kirin nepêbawer û bi tu delîlan nehatine piştgirî kirin behesibîne. Ji ber vê yekê, tu peyt tune ku Komîteya Vekolînê daxwaz ji Sûrîyayê re şandiye ji bo vekolînê li ser kuştina ku di vîdyoyê de hatî kişandin an jî kiryarên din ji bo eşkerekirina rastiyê pêk anîne.

 

Berovajî vê, gilîyê destpêkê têra zanyarîyan e ku lêpirsînekê li ser wê yekê bide destpêkirin û dibe ku hemwelatîyên Rûsî yekî Sûrîyayî kuştine. Navê yek ji hevkarên biguman ên sûcê jî, Stanislav Dychko, ku niştecihê gundê Krasnokumskoye, herêma Stavropolê ye, eşkere dike.

 

Li gorî Qanûna Tawanan ya Rûsyayê, eger welatiyekî Rûs, sûcek li derveyî axa Rûsyayê kiribe û ji hêla dadgeha dewletek biyanî ve nehatibe darizandin, divê di hundur de were ceza kirin. Beşdarên vê kuştinê qanûnên Sûrîya û Rûsyayê binpê kirin, lê li tu derê sûcdar nehatin dîtin.

 

Dadgeha Basmanniyê hemû peytên ku Ebdullah El-Îsmaîl û parêzerên wî pêşkêş kiribûn paşguh kir û li ser nerazîbûnên keyfî yên IC biryarek derxist û Dadgeha bajarê Moskowê jî ev biryara neqanûnî pejirand.

 

Mafnas Mazen Derwîş, rêveberê giştî yê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê SCM, biryara dadgehê rexne kir û got: “Xirabtirîn tişta ku dibe bi serê sîstemeke dadwerî de were, ew e ku pişta alîyekî siyasî bigire, û li şûna ku serbixwe bimîne, fermanên hikûmetê bişopîne. Me hêvî dikir ku sîstema qanûnî ya Rûsyayê çeteyên Wagner yan jî komên din ên mîna wan ji sûcên şer dûr bixe, lê berovajî vê yekê li gorî îradeya hikûmeta Rûsyayê bi xeletî bêcezakirina binpêkerên mafên mirovan û sûcdaran misoger dike.”

 

Parêzer û Koordînatorê Koma Çalakiya Dozgeriyê ya FIDH’ê Clémence Bectarte jî got, “Niha me piştrastîyek duyemîn a nebûna tevahî dilxwazîya dadwerîya rûsî ji bo lêkolînkirina îdiayên tund ên sûcên giran ji hêla hemwelatiyên Rûs ve wergirtiye.”

 

Derwîş teqezî li ser wê yekê kir ku dibe rêya dadwerî di hundirê Rûsyayê de bi dawî bibe “lê em ê xebatên xwe yên lêgerîna dadmendiyê ji bo malbata El-Îsmaîl û hemû qurbanîyên din bidomînin, ji ber ku bijardeyên qanûnî yên din hene ku bêne lêkolîn kirin, ne hewce ye bi rêya dadgehên Rûsî be.”

 

Hêjayî gotinê ye ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) difikire ji bo lêpirsînek “bi bandor”, lêpirsînek pêşîn a neserkeftî têrê nake (li vir lêpirsînek wiha nehatiye kirin). Di biryara xwe ya di doza Lyapin dijî Rûsyayê de, DMME destnîşan kir ku lêpirsîna pêşîn jî “çarçoveyek pir teng e û nikare bibe sedema darizandin û cezakirina tawankeran, ji ber ku sazûmankirina doz û lêpirsîna pêşîn şert e ji bo anîna tawanbaran, ku paşê dikare ji hêla dadgehê ve were nirxandin.”

 

Paşxane:

  • Di 11 Adara 2021ê de, Abdullah El-Îsmail, ku SCM rasterast bi wî re di têkiliyê de ye, daxwaznameyek pêşkêş kir û daxwaz kir ku dozek tawanan li dijî tawanbaran ji bo kuştina bi hovîtiyek taybetî were vekirin. Wî herwiha daxwaz kir ku kontrol bikin ka çi nîşanên tawanên din, di nav de tawanên şer, di kiryarên wan de hene. Parêzerên Novikov û Zaikin du caran – di 26ê Adarê û 13ê Cotmehê de – ji Komîteya Lêpirsînê der barê tomarkirina gilî, pêşveçûn û encamên lêpirsîna pêşîn, û kopîyên belgeyên prosedurê de agahî xwestin. Me bersivek negirtiye. Di 19ê Nîsan, 4ê Gulan û 19ê Tîrmehê de gilî sê caran pêşkêşî dadgehê hat kirin. Du caran bi hincetên cuda vegerandin; parêzer ji bo ku der barê çarenûsa gilî û biryarên li ser vegerê de agahiyê bigirin neçar man hewl bidin.

 

Zaikin di 1ê cotmehê de bi daxwaza ku der barê gilîyê sêyemîn de biryara bi nivîskî agahdar bike serî li serokê dadgeha Basmanny da û di 18ê rêbendana 2022an de jî dadgehê gilî red kir.