Şazdeh rêxistinên navdewletî tev li Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)ê di pêşwazîya serbestkirina serokê navendê Mazin Derwîş de bûn û doza hilanîna hemû tometên li ser wî û hevkarên wî kir li gel serbestkirina hemû girtîyên nerînan yên ku li cem desthilatên sûrîyeyî girtî ne.
Li gel pêşwazîya li serbestkirina Mazin derwîş û hevkarên wî yên navenda Sûrîyeyî; Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr di meha borî de, em ji berdewamîya tometên belavkirina terorê li dijî wan bitirs in. hîn jî em doza hilanîna hemû tometên li dijî wan bi awayekî demlidest û bê şert û merc dikin her weha doza danîna sînorekî ji zordestîya dadgehî re dijî her sêyan ji ber karê wan yê rewa di warê mafên mirovan de dikin. Divabe desthilatên Sûrîyeyî garantîyan bidin berevanên mafên mirovan da ku karê xwe bê tirs, bend û metirsîya tolhildanê bikin.
Ji alîyekî din ve rêxistinan acizîya xwe ji ber girtinên keyfî dijî çalakvanên aştîyane yên ku desthilat wan ji ber bikaranîna wan a rewa ji mafên wan re digire, nîşan da. Mîna wan rewşên ku di kampanîya “azadî bo dengên çewisandî li Sûrîyeyê” belgekirî ne.
Ji nav çalakvanên ku desthilatên Sûrîyeyî ew armanc kirin, parêzerê mafên mirovan ê navdar Xelîl Matûq yê ku tê pêşbînîkirin desthilatên Sûrîyeyî ew di cotmeha 2012an de girtibû, paşê li navendên ewlehîyên yên hikûmetê hatibû dîtin. Her weha bijîşkê niştecihê Helebê Mihemed Beşîr Ereb yê ku desthilatên sûrîyeyî di mijdara 2011an de ew bi neçarî windakirin ji ber beşdarîya wî di xwepêşandanên aştîyane de. Welatîyê rojnamevan Elî Mehmûd Osman jî yê ku li gel rojnamevanên navdewletî li Homsê kar kir ku ji çaxa desthilatên Sûrîyeyê di 2012an de ta nuha ji di nav windayan de ye.
Ji alîyekî din ve çalakvan ji hêla komên çekdar jî hatin armanckirin. Ji nav wan jî Rezan Zeytûna û hevkarên wê semîra Xelîl, Nazim Himadê û Wail Himadê ji navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê ku ji 9ê berfanbara 2013an de ta nuha windayî ne.
Ji desthilatên Sûrîyeyî tê xwestin ku bi qanûna navdewletî pabend be her weha bi mafên mirovan ên navdewletî û qanûna mirovî jî, li gel serbestkirina hemû girtîyên ku ji ber karee xwe yê aştîyane û bikaranîna mafên xwe di azadîya derbirînê, çêkirina komeleyan, dermankirina nexweşan an pêşkêşkirina alîkarîya mirovî de. Ji komên çekdar ên ne girêdayî hikûmetê mîna (Artêşa Elîslam)ê û yên din ku li Dûmayê û herêmine din çalak dibin, tê xwestin ku revandina berevanên mafên mirovan rawestînin û girtîyan jî serbest bikin.
Îmzeker:
- Rêxistina Elheqê
- Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî
- Hevpeymanîya Cîhanî ji bo Beşdarîya Welatîyan – CIVICUS
- Komîteya Parastina Rojnamevanan
- Pênûsa Îngilîzî
- Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan
- Front Line Defenders
- Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan
- Human Rights Watch
- Piştgirîya Ragihandina Navdewletî (IMS)
- Înstitûya Navdewletî ya Rojnamegerîyê (IPI)
- Navenda Pênûsa Amerîkî
- Rêxistina Peyamnêrên bê Sînor
- Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)
- Roja Din
- Navenda Bibelgekirina Binpêkirinên Mafên Mirovan