Îraq : bijartina Henaa Edwer weke berevankera mafên mirovan û azadîya derbirînê ya meha gulana 2017an

(Qahîre, Beyrût, 16ê gulana 2017an) – tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan, li gel dezgeha Meharat û Navenda Kendavê ya Mafên Mirovan bi hevkarîya tora IFEXê ragihand ku berevankera mafên mirovan a navdar Henaa Edwer ji îraqê, weke berevankera mafên mirovan û azadîya derbirînê bo meha gulanê ya sala 2016an hate bijartin, ev yek jî beşeke ji kampanîya “piştgirîya berevankerên mafên mirovan û azadîya derbirînê .”

Henaa Edwer bi çalakîya xwe di warê berevanîya di ber azadîyê de û parastina wê li gel parastina azadîya derbirînê û rojnamegerîyê, hate naskirin. Wê li ser xweşkirina rewşa mafên mirofan û berevanîya di ber mafê jinê de li îraqê kar kiriye her weha damezrêner û seroka komeleya Elemel (hêvî) ya îraqî ye ku di sala 1992an de hatiye damezrandin. Ew di damezrandina destpêşxerîya sivîlane ya parastina destûrê de beşdar bû. Nuha li gel hemû rêxistinên civaka sivîl ên îraqî ji bo berevanîya di ber çêkirina biryara azadîya kombûnê û xwepêşandanên aştîyane û dijatîya tundîya malbatê û parastina cihêrengîyê kar dike. Di sala 2011an de xelata Shun McBride ya Navdewletî ji nivîsgeha aştîya cîhanî wergirt.

Henaa Edwer berevankera çaran e ku di çarçoveya kampanîya “piştgirîya berevankerên mafên mirovan û azadîya derbirînê” ku di sibata bûrî de destpêkiriya, hate bijartin, berî wê jî, rojnamevan û berevankera mafên mirovan a Tûnisî Nezîha Recbiye di Sibatê de bû, paşê berevanker û nivîskarên navdar Ehmed Mensûr ji Mîrîtîyên Erebî di Adara 2017an de bû,  ku berî demekê awayekî ketober hatibû girtin, û piştre parêzerê mafên mirovan ê Mesirî Cemal îd bû ku ew jî berevankerê mafên mirovan û Azadîya derbirînê ya meha Nîsana 2017an bû.