Bi rêya Sherry Ricchiardi
Wênekêşên rojnameger dixwazin li hemû deverên karê xwe belî bin, alavên ku bikar tînin jî dihêlin ku ew di nav koma xelkê de balkêş bin. Wêneyên ku dikişînin bale dikişînin ser wan û carnan jî dibin sedema liberxweketinê.
Bi sedan kesên ku di ragihandinê de kar dikin neçar mane ku ji welatên xwe birevin da ku xwe ji gefan, îşkencekirin û zindankirinê ji alîyê hikûmetên dektatorî an komên tudrew biparêzin. Karê wan yê dîtbar dihêle ku ew di bin gefê de bin.
Di vê sale de, Komîteya Parastina Rojnamevanan ragihandibû ku ew “li gel grûpeke wênekêşên rojnameger yê ku dê li ser rûpela înstagramê ya dezgeha parastina rojnamevanan bisekirin da ku karê xwe bi par ve bikin, kar dike û karê wan dê li ser sedemên reva wan be” serenavê vî karî “lênsek li sirgûnê“.
Wênekêş Mihemed Elşamî yê ku xelata gotara destpêkê li gel wêneyên xwe yên ku wergera leşkerî li Misirê bi belge dike, wergirtiye, wêneyên şerê tund li kolanan pêşkêş kir. Ew di 2014an de ji Misirê revîya piştî ku polîsan du caran ew girt û birayê wî yê mezin zindan kir, birayê wî yê mezin Ebdella jî rojnamevan û di wê sale de hate berdan.
Elşamîyê 23 salî di axaftinekê de ku ji alîyê New York Timesê der barê rojnamevanên Misirî yên dibin gefê de hatibû belavkirin got: “di van deman de, pêdivîya cîhanê bi wênekêşên rojnameger ên ku jîyana xwe dixin metirsîyê de da ku rastîyê veguhêzin, heye. Dibe ku em werin girtin, revandin an kuştin jî, lê em di bibegekirina êşên cîhanê û rastîyê de berdewam dikin.
Di sala 2011an de ew bû kesê herî piçûk ê ku xelata Rojnamegerîya Misirî stend û nuha jî li New Yorkê dijî.
Hevrêzkara programê alîkarîya rojnamevanan di Komîteya Parastina Rojnamevanan de; Nicole Shelet dibêje ku “lensa li sirgûnê” destpêkeke bo Komîteya Parastina Rojnamevanan, pêşî me dît ku ew awayeke pir baş e ji bo sûdgirtina ji instagramê, pir xweş e ku em derfetê bidin van rojnamevanan da ku wêneyên xwe pêşkêş bikin û çîrokên xwe yên taybet bibêjin.
Shelet êdîtera wêneyan a rojnameya rêwîtîyê ye û serperştîya belavokên înstagramê dike.
Der barê ragihandina programê di tîrmehê de Shelet got: “ev rojnamevan hemû tiştî li ser şerên Rojhilata Navînê, dozên destdanînan li ser erdan li Rojhilatê Afrîkayê, sextekarîya li Ewropaya Rojhilatî û ta tundîya li başûrê Asyayê dizanin. Pabendîya wan bo rojnamegerîyê tevî zanînan metirsîya dihêle tu xwe li ber wan bitewînî”.
Shelet diyar kir ku piranîya caran rojnamevan xwe dixin nîvê bûyerê de da ku bi ser bikevin. Çi stratîcî dikarin wan û wêneyên wan biparêzin?
Li jêr hin şîretên ku Tora Rojnamevanan ya Navdewletî berhevkirye nivîsî ne:
Çapeke din a wêneyan li cem xwe bihêle
- Wêneyên xwe hilde ser Drop boxê an an Google Photosê.
- Wêneya xwe bixe kompyûtera xwe de û hebûna gelek çapan li ser gelek alavan tiştekî gerek e.
- Wêneyên bihêz di cih de hilde devereke ewle, eger tu li kolanê bî jî.
- Di rewşên metirsîdar û nekontrolkirî de, hejmara herî kêm ji alavan bi kar bîne, kamîrayekê û lênsekê.
- Bila her dem çarceke zêde bi te re be her weha çarcerên telefon û kamîrayan jî.
- Cihê xwe baş nas bike.
- Hin dever û qanûnên wan ên navxweyî pêşwazîyê li wênekêşan nake, dibe ku niştecih ji hebûna te aciz bin û polis jî karê te qedexe bikin.
- Hişyar be eger nîşanên qedexekirina wênekêşîyê hebin, eger tu ne li gor qanûnê bî dibe tu werî girtin û kamîraya te jî were desteserkirin.
- Xwe û alavên xwe biparêze: dema tu li gel alavên wênekêşîyê rêwî dibe, tu dibî armanceke hêsan bo tawankaran.
Li jêr hin şîret ji bo saxlemîyê ne, armanca wan sivikkirina metirsîyan e:
- Alavên xwe nexe çenteyê wênekêşîyê yên naskirî de. Diz wan nas dikin û dikarin bi hêsanî armanc dikin. Hewl bide ku tu çenteyeke normal a bê nîşan bikar bînî.
- Pilana te ya derketina ji nav koman bila her dem amade be.
- Bila her dem kesek cihê ten as bike û pirsa te bike bitaybet eger tu bi tenê kar bikî. Lêkolînên xwe çêbike û deverê nas bike berî ku tu biçî. Dibe ku ev yek alîkar be bi te re di karê te de.
- Daxuyanîkirina bawerîyê sînoreke diyar e bo wan kesên ku li qurbanîyekê digerin.
Rêbera Parastina Rojnamevanan ya girêdayî Komîteya Parastina Rojnamevanan, agahîyên girêdayî şopandina şeran peyda dike. Ji nav şîretan jî “eger tu hatî girtin aram bimîne, eger tu axivî bi awayekî pispor biaxive û diyar bike ku tu rojnamevan î û nûçeyan dişopînî. Eger desthilatan biryara girtina te neguhertin, li wan guhdar bike û li hêvîya derfeta gihandina doza te bo desthilan be.”
Komîteya Parastina Rojnamevan hişyarîyê der barê vê yekê jî dide “sînaryoyên sivîlane ji dîmenên cengê ta bi karê tund dube rewşeke nepêşbînîkirî û metirsîdar li derdorê çêke. Divabe rojnamevan tedbîran ji xwe re amade bikin û xwe biparêzin da ku ziyanên laşî û qanûnî nebînin.”
Jêdereke din a bi sûd: Qanûna Saxlemîyê di Instituya Saxlemîya Navdewletî ya Nûçeyan de bibîr tîne ku “ji mafê hemû rojnamevanan e ku karê xwe bêyî tu êrîşên laşî an dicîtalî bikin”.
Wêne ya Mihemed Elşamî ye ji alîyê Andrea Bongovitşî ve hatiye kişandin.