Bi rêya: Nedîm Hûrî
Rêveberê – programê terorê û dijatîya terorê
Xuya dike ku cenga leşkerî li Reqayê bidawî bûye. “Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk” bi piştgitrîya Hevpeymanîya bi serkirdayetîya Dugelên Yekbûyî yên Amerîkayê dest danîn ser “Nexweşxaneya Reqayê a Niştîmanî” ku devera dawî a rêxistina Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê bû li bajêr. Tê pêşbînîkirin ku serkirdeyên hevpeymanîyê dê serkeftina xwe dijî terorê ragihînin.
Dibe ku DAIŞê derbeyeke xurt xwaribe lê ji bo Reqayê û niştecihên wê, hîn rewş bidawî nebûye ji be ku serkirdeyên hevpeymanîyê pilana qonaxa piştî DAIŞê danenîne.
Bi windabûna dûmanê ji ser nexweşxaneya Reqayê a niştîmanî gelek pirs têv der: kî dê cardin nexweşxaneyê bi rê ve bibe? Kî dê ji nû ve ava bike, pereyan bide bijîşkan û alavan biparêze? Rewşa nexweşxane û rêyên wêrankirî çi ye? Hevoka “Ceng rehet e lê aştî zehmet e” rast e bi taybet dema ku ceng li dijî DAIŞê be, ku tu kesî bîra qonaxa piştî cengê nebiriye.
Rewşa nexweşxaneya Reqayê bobelata Reqayê tîne der. Min gelek caran di Nîsana 2013an de seredana nexweşxaneyê kir. Berî seredana min bi mehekê; hêzên opozisyonê ku DAIŞ li xwe nedigirt wî çaxî, zora hêzên hikûmetê li bajêr biribûn û dest danîbûn ser navçeya derûdora nexweşxaneyê. Dema min seredana nexweşxaneyê kir ew hîn di kar de bû lê di rewşeke zehmet de bû. Hikûmetê mûçe nedidan û kêmasî di hejmara karmendên sereke de hebû. Wî çaxî ji 112 bijîşkan tenê 25 bijîşk di kar de mabûn û 15 alavên şpûtina gurçikê ji 28an sekinî bûn. Berî çend rojan ji seredana min; cenetorê li ser xezanên oxygen sekinî bû û di encamê de 4 zarokên nûçêbûyî mirin.
Di sala 2013an de mijara kesên ku dê nexweşxaneyê bi rê ve bibin bûbû cihê nakokîyan. Komên çekdar li Reqayê dixwestin kontrolê li ser bikin û hin endamên xwe şandin nexweşxaneyê. Bijîşkekî berê xwe da nexweşxaneyê û li wir jîya ji tirsa komên çekdar nema bihêlin ew derbasî nexweşxaneyê bibin eger ew biçe mala xwe. Min wî çaxî nizanîbû lê nearamîya di nav komên çekdar û sivîlên herêmê de der barê kontrola ser nexweşxaneyê nîşana nearamîyeke berfirehtir bû di nav pêkhateyên opozisyona Sûrîyeyî de ku piştî çend mehan çêdibe û bi kontrolkirina DAIŞê li ser Reqayê bidawî dibe.
Zehmetîya jinûkarkirina bajêr îroj mezintir e. DAIŞê di 4 salên kontrolkirina xwe de herêm ji bijîşk û mamostayan vala kir. Hevpeymanîyê bobelat bi bombebaranên xwe mezintir kir û xuya dibe ku têkbirina DAIŞê di ser giringîya parastina sivîlan û binesazîya bajêr de girtiye.
Piştî têkbirina DAIŞê li Reqayê, nebûna stratîcîyeke rast a hevpeymanîŞê li Reqayê, nebûna stratîcîyeke rast a hevpeymanîê û şirîkên wê yên navxweyî an hêzên Sûrîyeya Demoqratîk diyar e. Di dawîya Hizêranê de, şanderê serokatîya Amerîkayê yê taybet“hevpeymanîya navneteweyî bo têkbirina DAIŞê” Brett McGurk bo li Sûrîyeyê nêzî Reqayê bû danûstendina li gel hevkarên navxweyî der barê kampanîya têkbirina DAIŞê de û dozên piştî rizgarkirinê. Daxuyanîyên fermî behsa rola hevpeymanîyê di (piştgirîya alîyên çalak de di vegerandina ewlehîyê û pêşkêşkirina xizmetên sereke de her weha xurtkirina aborîya navxweyî bo bicihanîna tebatîyê di civakên navxweyî de. Mcgurk di kongireyeke 4ê tebaxê de pabendîya DYAyê bi pêkanîna tebatê li Reqayê teqez kir ku li gotina wî: hilanîna paşmayan û mayînan her weha peydakirina elektrîkê li xwe digire. Lê jinûavakirinê li xwe nagire û got “li hêviya DYAyê nemînin ku li ser demeke dirêj jinûavakirinê bike ji ber ku pirsgirêkeke navdewletî ye”.
Di hema dema ku McGurk li Reqayê bû, ez jî li wir bûm û tu bandorên xebatên “tebatê” nebûn. Xelkên ku li herêmên derûdora Reqayê dijîn yên ku ji bin destê DAIŞê hatine derxistin gilî kirin ji ber kêmbûna kehrebe, av û dermanan. Eger pêdivîya te bi dermankirinê hebe divabe tu sê saetan bi rê de bimîne ta tu bigihê Kobanîrê de bimîne ta tu bigihê Kobanîyê. Pêdivîya jinûavakirinê û pêkanîna tebatê piştî cengê bi pere û pisporîyê heye.
Li Tebqaya cem Reqayê ya ku McGurk seredana wê kiribû, min bavê ku keça wî ya 12 salî miriye dît, keç li ber firinê sekinî bû li hêvîya nan bû dema ku hevpeymanîyê bi awayekî asîmanî êrîş kir. Piştî du meha ji derxistina bajêr ji bin destê DAIŞê min bav dît û termê keça wî hîn di bin avahîyê wêrankirî de bû ji ber ku desthilatên navxweyî jê re gotibûn ku tu awayekî derxistina term ji bin wêranê tuneye. Bav gelek tişt ceribandin da ku termê keça xwe derxe. Wî fêm nekir çawa hevpeymanîya bihêz a ku dikare endamên DAIŞê bi rêya telefonên wan bişopîne nikare alaveke kolandinê bîne da ku keça wî û qurbanîyên din derxe.
Dawîyê hin Hêzên Amerîkî di taxa wî re derbas bûn û wî bawer dikir ku ji bo alîkarîya wî hatine lê ew ji bo berhevkirina agahîyan der barê şervanên DAIŞê de yên biyan hatibûn. Dema wî doza alîkarîyê ji wan kir wan bersiva wî da ku ev yek ne karê wan e.
dema ku min mijara jinûavakirinê û alîkarîya li gel deplomatên Ewropî ji dewletên beşdar di hevpeymanîyê de tanî der, ez rastî bersivên bê wate dihatim. Yek ji behaneyên wan ew bû ku Turkîye nahêle alîkarî di sînorê wê re derbas be ji ber ku ew YPGê; beşê HSDê yê herî mezin ku piranîya endamên wê Kurd in weke rêxistineke terorê dibîne. Di heman dema ku Turkîyeyê sînorên xwe li alîyê herêmên kontrola Hêzên Sûrîyeya Demoqratîk girtin, deplomatan nikarîbû awayê veguhestina alavên leşkerî bo wan hêzan şîrove bikin bê ku awayekî anîna alîkarîyên pêwîst bo naxweşxaneyan.
Rastî dewletên Rojavayî dixwazin şerê DAIŞê bikin bi taybet jî şervanên wan ên biyan ên ku metirsîyekê ji bo pêşeroja civaka wan çêdikin. Lê tu kes ranahêje berpirsyarîtîya tiştê ku bi sivîlan hatiye. Ew heman têgîna ku McGurk bikar anîye, bikar tînin “pirsgirêkeke navdewletî”. Ev yek me vedigerîne pirsa yekemîn: nuha piştî vegerandina nexweşxaneya Reqayê ya niştîmanî; kî dê ava bike?
Jêder: Human Rights Watch